Çaperên Sê-rehendî; tê êdî her malek bibe sazgehek, yan na?

Berevajî
Zanist û Teknîka Gelêr
5 min readDec 23, 2018

Ev teknolojiya ku hema hema 40 sale heye, van deh salên paşî yekcar deng da. Lê ka çapkirina sê-rehendî (3R) çi ye?

Ku em bi kurtasî û serkî pêvajoya vê tekonlojiyê rave bikin:

Bi rêya li ser hevdû zêdekirina û pevgihîna tojên (tebeqe) pir zirav ya kereseyekê, heyberekî req tê avakirin.

Bi sadeyî, xebata çaperek 3R ya HBP/MPP

Navekî dinê yê vê rêbazê hilberana lêzedekirî (additive manufacturing) yan hilberana tevkirî ye. Wiha ye lewra bi dubareyî lêzedekirina tojên ziravik, parçe tên hilberandin.

Lê ev metod jî di nav xwe de cûrbicûr e û 3R çaperên ku gelek teknîkên cihê bikar tînin hene.

Çaperek ku rêbaza SBÇ (SLA) bikar tîne (1)

Ji nav van teknîkan ya herî li ber çavan; HBP — Hilberîna bi Biskên Pevkeliyayî (FFF — Fused Filament Fabrication) yan MPP — Modelkirina bi Pêkvekirina Pevkeliyayî (FDM — Fused Deposition Modeling) ye. Ev herdû navên heman teknîkê ne.

Di vê teknîkê de şêvane (makîne) biskên ziravik (bi gelemperî plastîk) dihelîne û vê biska buhujî li ser rûxalekî dirjîne. Paşê li gorî modela dijîtal wê biskê tayo tayo rêz dike ku bi wan rêzan wekî dîmena qetek wê parçê çêke û bi sedan ji van “dîmenan” li ser hev pêkve dike ku wê modelê bi sê-rehendî ava bike.

Çaperên ku wilo dixebitin yên herî erzanin jî. Ji ber ku li gor teknolojiyên dinê sazgêriya wan sadetir e ev wiha ye.

Hin cûreyên çaperan yên din evin:

  • Alok Vizkekirin — AV (Binder Jetting — BJ)
  • Sê-rehendî Berçapkirin — SBÇ (Stereolithography — SLA)
  • Hejmariyî Pêveajotina Ronahiyê — HPR (Digital Light Processing — DLP)
  • Bijareyî bi Lazerê Reqkirin — BLR (Selective Laser Sintering — SLS)

Derfet were dîtin emê rojekê din pirtir hûratiyên wan jî rave bikin.

Lê em îro bipirsin ka ji ber çi Çaperên 3R derketin holê û vêga çi sûd ji wan tê sitendin. Em vê bêjin; serê pêşî jî ev amûr ji bo pêşnimûnekirina bilez hatibûn vedîtin û hîn jî piranî ji bo wê tên bikar anîn.

Di sazgehan de bi hindikî avakirina berheman dijwar û biha ye (2)

Pêşnimûnekirin (yan prototîpkirin, bi inglîzî prototyping), pêvajoya avakirina nimûneyên pêşane ye. Dema ku alavek, amûrek, makîneyek hwd tê sêwirandin divê bi rastî were ceribandin ku kêmasî yan çewtîtiyên wê diyar bibe. Ji van berhemên pêşî yên ji bo vê tên çêkirin re tê gotin pêşnimûne. Di endezyarî û hilberanê de ji bo bilez perisandin û amadekirina berheman pêşnimûnekirin zehf girîng e.

Ango çaperên 3R ev derfetê bê bikaranîna sazgehan û bê komberhemkirinê, bi erzanî û asanî didin.

Çaperek 3R ya HBP; Ultimaker 2 Extended+, hin parçeyan çêdike (3)

Avantajek van amûran, bi taybetî yên MPP(HBP) yan, ewe ku hema hema bê destdayina mirovan dixebitin. Bi wî hawî hew bi sêwirandina bi kombersan û bi şandina modelên dijîtal yên van dîzaynan ber bi çapgeran ve, parçeyek yan berhemek bi asanî tê avakirin.

Zarokek “Sêwirandina bi Alîkariya Kombersê” (Computer Aided Design) hîn dibe.(4)

Ji xwe ev asanbûn û erzanbûn wan di nav sêwirîner û nûvekarên amator de populer kir û di saya wê de îro evqas deng dane.

Yek aliyek ku ji pêşveçûna van teknolojiyan herî pir sûd girtiye, civakên “Maker”anin.

Civînek Makeran, li bajarê Idaho, DYA (5)

Maker, bi rasterast wergerê “Çêker”, ji mirovên ku bikaranîna teknolojiyê tiştan bi serê xwe ava dikin re tê gotin. Mirov dikarê bêje bi tevlîhevbûna bizava “DIY (Do It Yourself) — BÇK (Bixwe Çê Ke)” yê û teknolojiyên nuh û erzan ev tevgera “Maker”tiyê derket holê. Maker û civakên wan gelek karên hêja pêk tînin û bi rastî ji pêşveçûna teknolojiyê re gelek alîkar dibin.

Prusa i3 MK2, dîsa çaperek HBP ku projeyek “Çavkaniya Vekirî” ye. Ango pêşnûmayên wê hwd ji herkesî re vekiriye, kî bixwaze dikare li gorî wan “Prusa” ya xwe çêke (6)

Îro jî bi erzanbûn, asanbûn û kêrhatîbûna xwe çapgerên 3R ji gelek makeran re bûye wek alavek xwemîrî. Rojek dinê jî em dikarin behsa makertiyê û makeran bikin.

Ez hêvîdarim ku makerên kurd jî pirtir deng bidin, hevdû bibînin, bihevre bixebitin û heta li ser înternetê pirtir li ser vê mijarê bi kurdî naverokan amade bikin. Bila ev jî bangek ji makerên kurd re be :)

Belê, lê ka bi saya van şêvaneyan dibe ku her malek bibe sazgehek?

Bi kurtasî; vêga na.

Ji ber ku hîn avakirina parçeyek biçûçok jî carina bi demjimaran didome û cûreyên kereseyan ku di çapgerên li gor malan hîn pir hindikin pêkan nîne ku gelek tiştên kompleks di demek kurt de werin ava kirin.

Ligel vê rasti yê jî yên ku di mala xwe de bi çendik çaperan hin tiştên wek ji bo diyariyan yan leyistokan ava dikin û difroşin hene.

Lê dîsa jî ev hîn pêvajoyek pir hêdî ye û piranî tiştên ku bi wan tên avakirin ji kereseyên wan bi xwe erzantir tên.

Heta ku pirtir bilez nebin û cûreyên daringan zêde nebin tê çaperên navmalî ji bo armancek wisa kêm bimînin. Lê ev pir dûdirêj dewam nake, lewra ev teknolojiya hanê bi saya hevkariya mirovan gelek bilez tê perisandin û bêguman tê demekî nêz de hîn pirtir çêtir bibin. Tê bileztir bixebitin û bikaribin bi daringên balkêştir tiştan ava bikin.

Lê aniha jî ku carina mere peykerên karakterên xêzefîlmên zaroktiya xwe bi wan derdixe çi kêfa mirov tê :)

Nîşejêr: Peyva “şêvane” ku min di vê nivîsê de, du caran bikar anî, min li ti derên dinê nebihîstiye. Min dixwast peyvek bi kurdî temamî şûna “makîne”yê bigre peyda bikim. Bi hawê “şê (karîn) + van (yê ku karekî dike) + e”, bi wateya “ya ku dikarê karekî bike” min li gor xwe wê afirand. Dibe ku berê jî hebe, lê temamî ne bawerim. Hin wergerên peyvên teknîkî jî, ji ber ku min kurdî ya wan nedît min li gor xwe pêk anî. Di be ku ne guncan bin lê bimin bê werger, hema bi bikaranîna peyvên biyanî jî nedibû.

Çavkanî:

Wêneya sernavê: Li ser Pixabay ê, ji aliyê ZMorph3D

[1] Wêne ji aliyê Nick Normal, li ser Flickrê (CC BY-NC-ND 4.0)

[2] Wêne ji aliyê Thomas Hawk, li ser Flickrê (CC BY-NC 2.0)

[3] Wêne ji aliyê Martin Ebner, li ser Pixabayê (CC0)

[4] Wêne ji aliyê Argonne National Laboratory, li ser Flickrê

[5] Wêne ji aliyê Kenneth Freeman, li ser Wikimedia yê

[6] Wêne ji aliyê Josef Prusa, li ser Wikimedia yê

--

--