Li dû wateyeke nû: Hêran

Berevajî
Zanist û Teknîka Gelêr
4 min readDec 14, 2019

Carinan mirov dike nake ji bo têgehekê peyveke li gor dilê xwe nabîne. Ferhengan li bin guhê hev dixî, di pirtûkan de digerî, guhê xwe bel dikî belkî ji hinekan bibihîzî, lê na. Gav dibe tu dilê xwe aşt dikî bi peyveke derewîn. Lê zêde nadome, tu lê hayî dibî ku tiştê lê digerî ne ew e jî.

Ji bo peyva “process”ê ya inglîzî jî ez di heman rewşê de bûm.

process (navdêr): komek kar û gavên ku armanca wan bidestxistina encameke taybet e

process (lêker): li ser tiştekî têkariyan kirin da ku li gor armancekê biguhere

Ev bêje di inglîzî de hem lêker hem navdêr e. Têra xwe gelemper e lê kêrhatî ye jî. Ji hilberanê û kombersvaniyê ta siyaset û zanistên civakî peyveke li kar e.

Yê min bêhtir di çarçoveya teknîkî de bala min dikşîne. Ez lê geriyam, geriyam min di kurmanciyê de peyvek qasî “process”a inglîzî karîger, sade û birêkûpêk nedît. Heya gavekê pêvajo li ber dilê min bû, min ew gelekî bi kar aniye. Ew jî hem sade, hem watedar, hem mantiqdar (pê+ve+ajotin) hem jî ahengdar dihat ji bo min. Lê her tim kêmasiyek hebû tê de. Berî gişî, formeke wê ya lêkerî ya baş ku ez dizanim tune ye. Pêvajo kirin? Pê ve ajotin? Nediket serê min. Dilopa eniyê jî dema ez lê hayî bûm ku bêhna rasterast wergerê jê tê, hat. Min dît ku gelekî dişibe peyva tirkî süreç (bnr. ji sürmek-ajotin). Ruhê min ji peyvên rasterast wergerandî diçe. Loma ez bi lez ji pêvajoyê sar bûm. Li şûna wê min kiryarê ceriband. Lê ji ber formeke wê ya lêkerî ya kêrhatî tune ye, ew jî zû ji rojeva min ket.

Piştî ew qas lêkolîn û lêgerînan min biryar da ku tiştekî nû divê. Tiştekî kêrhatî, sade û helbet nas.

Di zimanan de gelek rêbazên peyvsaziyê hene. Yek ji yên herî zêde tê bikaranîn û xwezayî ya ku bi inglîzî jê re dibêjin “repurposing” e. Ango wate û bikaranînek nû li peyveke heyî kirin. Ev di kurdiyê de jî berbelav e û mînakên wê pir in. Hin jê ku roj bi roj di peyivîna rojane de cih digrin ev in:

Şopandin: di wateya xwe yî resen de; lipêçûn, karûbarên yekî teqîp kirin e. Di çarçoveya înternet û medyaya civakî de tê wateyeke wek bûn aboneyê kesekî ji bo parvekirin û gotinên wan bê dîtin.

Weşandin: Xistin an rijandina pirtik an tiştikan. Di çarçoveya nûjen de; çapkirina pirtûkan an belavkirina nivîsekê, şandiyekê û wd.

Sepan(din): Bi zorê karekî dan kirin. Di çarçoveya nûjen ya bernamenivîsî û kombersvaniyê de; bi taybetî bernameyên amûrên mobîl.

Wergerandin: Zîvirandin, qulipandin û wd. Îro bi wateya tercumekirinê jî li kar e.

Mînakek din ji bo “repurposing”ê ku îro di gelek zimanên cîhanê de berbelav e, analysis (analîz) e. Rehê vê peyvê ji yewnanî ye û wateya wê ya resen tiştek wek “sistkirin”ê bû. Lê îro em dizanin ji bo çi tê bikaranîn; lêhûrbûn, hûrnêrîn, şirovekirin û wd.

Îja bi heman mantiq û rêbazê ji bo processê pêşniyazeke min heye; hêran.

Em kurd vê peyvê ji êş nas dikin. Genim tê hêran û dibe arvan. Hêran ango hûrkirin. Lê bi ya min di vir de şûna hayrazgirtinê heye. Em bi awayekî cuda lê binêrin dikarin wek peyvên me berê mînak dabû tiştekî nû tê de bibînin.

Em bifikirin; hêran jî têkariyeke ji bo dexlûdan bên guhertin ber bi arvanî ve. Ez dibêjim mirov dikare wateya wê berfireh bike ku di çarçoveyên dinê de jî li şûna processê were bikaranîn. Ango hêran ne tenê hûrkirin be lê; hêranên kîmyayî, hêrana pêşnimûnekirinê, hêranên endezyarî, hêranên kombersî û wd. jî hebin. Ev berfirehkirina wateyê ne tiştekî kêmpeyda ye. Gelekî gengaz e.

Lê em bipirsin çima hêran ?

Sedemek sereke ew e ku bi awayekî mantiqî mirov dikare wateyeke nû lê bike. Peyveke heyî ye, ne nenas e. Ji bilî wê hem navdêr e hem jî forma wê yî lêkerê xwerû ye, sade ye. Bi vî awayî dişibe processa inglîzî jî.

Em dikarin li çav bidin çend awayên bikaranîna hêranê ji bo çarçove û wateyên nû:

  • Kloroplast; bi enerjiya ronahiyê û reaksiyonên kîmyayî karbondîoksîdê û avê tevdihêre û ji wan şêkir û oksîjenê hildiberîne. Ji vê hêrana ronî-kîmyayî re fotosentez tê gotin.
  • Algorîtmayên pêhesîna kenaran, dîmenan dihêrin ku sînorên objeyên di wan de bên vedîtin.
  • Têbîniya dîrokî ew hêran e ku em pê bûyerên berê didin nasîn, analîz dikin, dinirxînin û wan rave dikin.

Mirov bixwaze dikare peyvên nû jî bi hêsanî jê darijîne. Wek ji bo processorê hêrîner an hêrgeh an tiştekî din…

Vana giş ihtîmal in. Ji ber guncanbûna vê peyvê gelek derfet hene. Îja divê mirov tiştên nû jî biceribîne. Ziyana ku rasterast wergerandina têgehan daye kurdiyê kêm tişt danê. Lê têgehsazî ne bi tenê wergerê çêdibe, rêbazên cuda hene l’hêviya ceribandinê..

--

--