Tişt çima giran in?

Berevajî
Zanist û Teknîka Gelêr
5 min readAug 17, 2020

Sererastkirin: Min gotibû Hêza Navikî ya Lawaz proton û notronan bi hev girêdide û navika atomê pêk tîne. Ev şaş e. Karekî wisa yê hêza lawaz tune ye, kartêkeriya wê li ser pevgirêdana navikê nîn e. Di rastiyê de Hêza Navikî ya Xurt hem kuarkan hem proton û notronan bi hev girêdide. Ji kerema xwe li paragrafên têkildar binêrin, ew jî li gor agahiyên rast hatine sererastkirin.

Tişt çima giran in? Te hîç li xwe pirsîbû gelo ka çima giraniyeke tiştan heye; gava em tiştekî ji destê xwe berdidin çima ber jêr diçe û li erdê dikeve? Çima tişt nafirin û bela wela nabin? Çima li gor wê çîroka navdar, sêvek ji darê ketibû ser serê Isaac Newton û wî piştî vê teoriya Rakêşê danîbû?

Belê ev bobelat an jî nîmeta ku nahêle em wek çivîkan bi firê bikevin, bariste ye. An jî bi navekî din kutle. Îro em ê hinekî pê dakevin bê ev bariste ji ber çi heye û jêderên wê çi ne?

Lê berî wê em bi îzaheke kurt zelal bikin ka ev çi ye.

Bariste yek ji mezinahiyên madeyan e. Helbet ne bi tenê made lê tiştên din yên fizîkî jî dikarin xwedî bariste bin. Em miqdarê tiştan bi baristeyê diyar dikin. Ji bo nimûne, 200 kîlogram ji bo piraniya mirovan baristeyeke zehf zêde ye û pirê kesan nikarin tiştekî ewqas giran hilgirin.

Giranî jî ew hêz e ku ji ber hebûna baristeyê pêk tê, tiştên bibariste hevdû dikişînin. Cîhan xwedî baristeyeke gelekî zêde ye, lewre jî tiştên ji xwe biçûktir bi hêzeke mezin bi xwe ve dikişîne. Em jî vê hêzê ku hildana tiştan zortir dike, wek giranî bi nav dikin. Bila govenda giranî neyê bîra te ha, ew tiştekî din e!

Me got giranî ji ber baristeyê pêk tê lewre tiştên bibariste, bi hêza giraniyê hevdû dikişînin. Lê baristeya tiştan ji kû tê? Niha madeyên li derdora me, av, ax, laşê me hemû “tişt” ji atoman pêk tên. Di atoman de jî du beşên sereke hene, elektron û navik. Piraniya baristeyê di navika atomê de ye. Elektron li gor navikê gelekî siviktir in. Di navikê de jî du cûre pirtik hene; proton û notron. Baristeya van herdû cûre pirtikên bin-atomî hema bêje heman e, qasî hev giran in. Proton û notron jî ne pirtikên herî biçûk in, hîn ji wan biçûktir jî kuark hene. Proton û notron, her yekê wan ji sê kuarkan çêbûne.

Îja em werine ser vê meseleyê, ka çima piraniya baristeyê di navika atomê de ye, çi taybetiya proton, notron û kuarkan heye ku dibine sebeba vî tiştî? Em formûla Albert Einstein ya herî navdar bînin bîra xwe:

E = mc²

li vê derê; E, enerjî, m, bariste û c leza ronahiyê ye. Tiştê divê em jê fêm bikin ev e, enerjî baristeyê, bariste jî enerjiyê dihewîne. Mirov dikare di yekê de ya din bibîne.

Her cûre enerjî xwedî bariste ye û pê re jî xwedî giranî ye. Têhn (germahî), liv (hereket) û hemû cûre. Ji bo nimûne gava mirov avê dikelîne, mirov têhn didê, yanî enerjiya wê ya têhnî zêde dike. Enerjiya ava hatî kelandin, ji ya sar zêdetir e. Lewre jî, hindikek jî be ava kel ji ya sar zêdetir xwedî bariste û giranî ye. Lê hingî ev cudahî biçûk e, pîvandina wê pir dijwar e, lê dîsa jî ji ber cudahiya enerjiyê cudahiyeke baristeyê jî heye. Ev jî mînakek e ji bo beramberiya bariste û enerjiyê.

Heke wisa be, yanî enerjî û bariste hema bêje heman tişt bin, gelo em dikarin bêjin sebeba baristeya navika atomê ji ya elektronan zêdetir e, ew e ku enerjiya navikê zêdetir e? Belê eynî wiha ye, di navikê de enerjiyeke qerase veşartî ye. Lê li vir hûrgiliyek heye, pir girîng e ji bo fêmkirina vê rêmanê. Tenê hebûna enerjiyê ne bes e, ew enerjiya di navika atomê de veşartî heke di cihekî ewqas biçûçik de nebûya, em bêjin qasî mezinahiya malakê bela-wela bûya; dê baristeya wê gelekî kêmtir bûya. Yanî ji bo baristeyeke mezin û bitesîr; hewce ye enerjiyeke mezin, di qorziyeke biçûk de hepişandî be.

Baş e me got enerjiyeke mezin di navika atomê de veşartî ye, naxwe ev enerjiya mezin ji ber çi heye?

Çar hêzên sereke tên zanîn di suriştê de; Hêza Rakêşî, Hêza Elektromanyetîk, Hêza Navikî ya Lawaz û Hêza Navikî ya Xurt. Ya îro bala me li ser e, Hêza Navikî ya Xurt e. Hêza Navikî ya Xurt (HNX) kuarkan ku proton û notronan pêk tînin bi hev ve girêdide, sebeba ku protonek an notronek yekperçe ye ev hêz e. Herwiha bermayiya vê hêzê (hêza xurt ya bermayî) proton û notronan jî bi hev ve girêdide û bi wî awayî navika atomê pêk tîne. Lê ev tenê beşek ji wê hêzê ye, wek me got bermayiya wê ye, piraniya hêzê di pevgirêdana kuarkan de kar dike. Ev hêz di hecmeke zêde zêde hûrik de bi enerjiyeke wisa mezin wan pirtikên biçûçik bi hev ve girêdide ku gava ev pirtik ji hev bêne qetandin, enerjiyeke di ser xwe re wek têhn û ronahiyê dertê holê. Ew enerjiya ku di santralan de jê elektrîk tê hilberandin û jê re "Enerjiya Nûkleer" tê gotin, ew enerjî ye ku bi serbestkirina bermayiya Hêza Navikî ya Xurt dertê. Gava navika atomekê tê şikandin û proton û notron vediqetin, ev enerjî ji ber wê derdikeve.

Lê ev hîn beşa biçûk e. Beşa HNXê ya ku kuarkan bi hev ve girêdide û proton û notronan ava dike, enerjiyeke gelekî mezintir dihewîne. Û jêdera baristeya madeyan ya herî mezin ev beşa hêza navikî ya xurt e ku dihêle kuark bi hev ve girêdayî bimînin. Serbestkirina vê hêzê, ango şikandina proton an notronan gelekî dijwar e û tenê li sazgehên zanistî wek CERNê dikare were pêkanîn. Gava tê çêkirin jî enerjiyeke bêhesab ji ber derdikeve.

Gava em baristeya sê kuarkan yeko yeko û ji hev cuda biwezînin û têxin ser hev, tê dîtin ku baristeya wan her sêyan ji ya protonekê hindiktir dertê, tevî ku protonek jî ji sê kuarkan pêk hatiye. Wek me heta niha îzeh kir, baristeya madeyan ne ji pirtikan bi xwe lê ji ber hêz û enerjiya di navbera wan pirtikan de heye. Protonek ji sê kuarkan girantir e, lewre proton sê kuarkên hevgirtî ne, ne yên cuda. Navikek ji çendîn proton û notronan girantir e, lewre navik çendîn proton û notronên hevgirtî ne, ne yên cuda. Hêz, hevgirtin û yekîtiya van pirtikan, wan giran dike.

Naxwe; hêza navikî ya xurt bi enerjiyeke mezin kuarkan bi hev ve girêdide, ew dibin proton û notron, bermayiya wê jî proton û notronan tîne ba hev, ew jî dibin navika atomê, ji ber vê hêzê di navika atomê de (ku zêde zêde biçûk e) enerjiyeke mezin heye, ev enerjiya mezin ji ber bicîbûna di qorziyeke biçûk de wek baristeyeke cidî encam dide. Hemû made (laşê me, cîhan, tav) ji bi trilyonan atoman pêk tên, sedema giranbûna wan ji ber enerjiya(baristeya) di tevahiya navikên atomên wan de ye. Helbet wek me gotî piraniya wê ji wir e, elektron û tevgerên di navbera elektronan de jî xwedî hinek enerjî ne, lê tesîra wan li gor ya navikê pir hindik e.

Ango; tişt giran in çimkî xwedî enerjî ne.

Hinekî din bixwîne:

Rakêş

Bariste

Atom

Proton

Notron

Kuark

--

--