Zanist û Teknîka Gelêr #ZTG

Berevajî
Zanist û Teknîka Gelêr
2 min readDec 1, 2018

Biçûkên me mezinên me, em giş zaravayên zanistî, teknîkî, wêjeyî, hunerî û wekî din bi zimanê serdest yê warê em lê dijîn hîn bûne. Em peyivandina xweyî li ser van mijaran jî bi peyvên wan zimanan pêk tînin. Lê ger ku em dixwazin zimanê me, çanda me û hebûna me pêş bikeve divê ev biguhere. Gere wisa bibe ku em zanistê jî ji çanda xwe bihesibînin. Di vî serdemê û yên li pêşiya me de tê tenê gel û zimanên bi zanist û teknolojî yê re têkilî û şiyana wan hene pêş ve kevin û werin parastin. Ku armanca me jî ew be divê em jî zimanê xweyî zanistî zexim bikin.

Diyar e ku vana gavên pirî biçûk in. Wisa ne lewra, gavên pêşîne. Lê bi xebata û helwesta mirovên jîr û jêhatî di vê rêya zanistê de ku em aniha çelepî dikin, di demekî ne zêde dûr de pir hêsane ku em bi gavên lez dest bi bazê bikin.

Ji vir pê ve di vê bloga xwe li bin sernava Zanist û Teknîka Gelêr de qasê ku ji min tê ezê jî bi kurdî nivîsên zanista gelêr (populer) binivîsînim. Tê zimanê van nivîsan çiqas ji dest were zelal û sade be. Ta ku her mirov bikaribe wan fêm bike ku zaravên zanistî yên kurdî bikeve zimanê wanî rojane. Bi vê xebatê armanca minî dûmahî ew e.

Ez dixwazim bila bi taybetî ciwan û zarok vanan bixwînin. Divê mezin jî bixwînin û bi xûşk, bra, pismam, dotmam, zarok û nasên xweyî biçûk û ciwan jî bidin xwandin. Ku wiha bila tiştên zanistî pêşî bi navên wanî kurdî hîn bibin. Pêşerojê de jî bi zimanê xwe karên zanistî û teknîk û hunerî pêk bînin. Rêbaza parastina ziman ya herî bibandor bikaranîna wê yî di xebatê de ye.

Di medyaya civakî de jî ezê van nivîsan bi etîketa “#ZTG” belav bikim. Êdî ku li cem nivîsek kurdî we vê etîketê dît bila “Zanist û Teknîka Gelêr” were bîra we :)

--

--