Ji Axaftina Nefretê ber bi Paqijkirina Etnîkî ve: Çima Em Dixwazin Rastiyên Xwe yên derbarê Ermenistan û Azerbaycanê Birastî Hîn Bibin

Çi diqewime?

Azerbaycan carek din agirbesta bi Nagorno-Qarabaxê, xaka ku bi hezarsalan Ermenî lê bi cih bûne, binpê dike. Di 27ê Îlonê de, Azerbaycan li dijî vê demokrasiya piçûk êrîşek bêsebeb da dest pê kirin. Pevçûn ne nû ye. Hikûmeta milîtarîst a Azerbaycanê, sê dehsalan, Ermenîyên li Nagorno-Qarabaxê (li gori Ermeniyan “Artsakh) dijîn bi qirkirinê tehdît kir. Tirkîye, dostê nêzîk yê Azerbaycanê, di dijwarbûna pevçûnê de bi beşdariya leşkerî û êrişên medyayê roleke aktîf lîst.

Ev êriş ne tenê li vî cîhê dûr ve sînordar e. Bi rêya şerê sîber- dezenformasyon, axaftina nefretê, tacîz, erîşa elektronîk, û derewên eşkere- hukûmetên Tirkîye û Azerbaycanê sûcên nefretê yên li dijî Ermeniyên li çar aliyê cîhanê teşwîq kirin. Meha borî, navendek civaka Dêra Ermenî ya li San Francisco ji ber agirpêxistinê bi qismî hate hilweşandin û li aliyê din ê bajêr, gule li dibistanek Ermenî hatin reşandin. Êrîşa leşkerî ya Azerbaycanê ber bi dibistanên din ve tê beralîkirin, herî berbiçav dibistanek ya li Keşîşxaneya Amaras, cihê ku elfabeya Ermenî 1600 sal berê yekemcar hat hînkirin.

Van tawanan bi taybetî Ermeniyan tehdît dikin çimkî ew vegeriyan jenosîda ku Tirkîye sedsalek berê li dijî gelheya xwecih ya Ermenî pêk anî. Wê demê Tirkîye zêdeyî mîlyonekê Ermenî qetil kir.

Çima ev diqewime?

Serokên Tirk û Azerbeycanî ên qirêj û dîktator, Recep Tayyip Erdogan and Ilham Aliyev, axaftina nefretê bikar tînin da ku hest û kiryarên dijî-ermenî yên berbelav têxin tevgerê. Li paytexta Azerbaycanê, Bakuyê, bi banga “Mirin ji Ermeniyan re”, xwepêşandanên girseyî hate sazkirin. Ev bangewazî herwiha ji alî Tirk û Azerbeycanî yên derveyî welatên xwe hate pejirandin.

Ji ber daketina bihayên neftê, alozîya li welêt, îxtîlaf lixwedayî li dijî olîgarşiya wî ya qirêj, Hikûmeta Azerbaycanê ji ber rewşa navxweyî ya dijwar bi stratejiya kevnar ya beralîkirina nerazîbûnê bala gelê xwe dikişîne ser Ermeniyan, qurbana sereke ya bijarde. Dîroka Ermeniyan û yên din dîsa û dîsa nîşanî me daye ku hedefgirtina tevahiya gel dikare encamên komkujiyê bîne.

Çima divê hûn bi xembar bin

Azerbaycan rê li ber gihîştina rojnamevaniya objektîf digire, têketina rojnamegerên biyanî red dike û piraniya medyayên civakî yên li welêt asteng dike. Tenê saziyên Azerbaycanî û Tirk yên bi van hukûmetan re dilsoz in destûr digirin bo bûyerên li qada şer bişopînin. Ermenîstan ne tenê rê dide rojnamegerên biyanî, lê her weha rê li ber wan dixe.

Demildest piştî êrîşan, Erdoğan -yê ku tevahiya herêmê, ji Bakurê Iraq û Bakurê Sûrî bigire heya Lîbya û Rojhilata Deryaya Navîn, bêaram kir — li ser twitterê got ku li herêmê Ermenîstan gefa herî mezin a aşitiyê ye. Belam aqlê selîm bes e bo ji holê rake vê propagandayê. Ne Ermenistan û ne jî Qerebax bi êrîşkirina ber bi Azerbaycanê ve tiştekî bi dest naxin. Ya rast, Ew mehkûm in ku her tiştî winda bikin. Çima du dewletên piçûk ên bihevra 3 mîlyon êrîşî tifaqa ya Azerbaycan-Tirkiyeyê ya bi 92 mîlyon kesî bikin? Ermenîstan dilxwaz e ku çavdêrên navneteweyî li ser sînor hebin, qebûl dike ku snîperên her du aliyan bêne rakirin, belam Azerbaycan van daxwazan qebûl nake.

Bi vê veguherîna bêaqil, Azerbaycan, ev dagirkerê eşkere ku sê dehsalan (di nav de komkujiyên li Sumgayit, Kirovabad û Bakuyê) bi paqijkirina çandî û etnîkî re mijûl e xwe wekî qurban nîşan dide. Hêza mezin ya siyasî û leşkerî ya dewlemend, Tirkiye, bi înkarkirina Qirkirina Ermeniyan ve demeke dirêj li pey kampanyaya cihanî, dîplomatîk a pir-mîlyon dolarî, bisazî û akademîk çû. Çawa ku bi bêşermî îddîa dike ku Ermeniyên li Împaratoriya Osmanî ji qirkirina xwe sûcdar in, Tirkiye nuha bo Ermenistanê wekî êrişker li Nagorno-Qarabax nîşan bide makîneya xwe ya înkarê xist dewreyê. Piştî dehsalên belavkirina helwestên înkarok, Çapemeniya cîhanî di dawiyê de mutabaqata akademîk a ku Tirkiyeyê li dijî Ermeniyan qirkirin pêk anîye qebûl kir. Îro, mixabin, hin kes di çapemeniyê de vedigerin metodên kevn, bi derewan li ser guhertina sûcdar û qurban eynî tiştî tekrar dikin. Bi xuyakirina hewldanên bêalî, Di çapemeniya navneteweyî de gelek kes bêyî lêpirsîneke bêhêl bê ka çi diqewime û çima, wekheviyeke derewîn di navbera her du aliyan de peyda kirin. Ew bi fîtozî bêparsengiyên eşkere paşguh dikin, mînakî ku Azerbaycan 100 mîlyon dolar arîkariya leşkerî û ewlekarî ya DYA werdigire, lê Ermenîstan kêmtirî 5 mîlyon $.

Li cîhaneke ku tawanên nefretê zêde dibin, piştê vê dora kê ye? Ew îro dibe ku Ermenî bin, lê bi wan re xelas nabe. Civaka navneteweyî dê qet fêr bibe?

--

--

Zoravik Activist Collective
From Hate Speech to Ethnic Cleansing

Zoravik (“in solidarity”) is an Armenian activist collective that promotes new avenues for grassroots and political organizing for progressives