Ben Webster, Jamiya Project

Béatrice Leroy : “Tu li kîjan derê ji dayik bûye ?”

Ben Webster : “Oxford, Îngilîstan ( Qeraliya Yekgirtî ya Birîtanya )”

BL : “Erk û rola te çi ye di nava bernameya Jamiya de ?”

BW : “Ez damezrêner û birêvebirê pirojeya Jamiya me, ku ew jî rêxistineke ne fermî ye, hewl dide ku xwendina bilind vekirî be li pêş penaberan di riya têkilî û girêdana wan bi Ekademiyan ve bi xebitandina Enternêt û Teknolojiya nûjen di warê fêrkirinê de. Ez hevbeşê damezrandina toreyekê ji rêxistinên destpêkî li Londira yê me yên ku guh didin penaberan wek EmpowerHack û Chatterbox. Derbarî vê yekê de nêzîk ezê agahiyên pirtir bighînim we.”

BL : “Ji kengî de tu bi vê rêxistinê re kar dike ?”

BW : “Ji salekê de min dest pê kiriye.”

BL : “Gelo çi ye ya ku berê te da karê li ser vê pirojeyê ?”

BW: “De sala 2014–2015 an de min bi Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê (IOM) li Urdunê kar kir, em ji bo bersivdana herî baş û mumkun bo rewşa siyasî û mirovahî li Sûriyê dixebitîn. Piştre de sala 2015 an de min Komxebateke kar li Parîsê bi bernameya OuiShare re pêk anî, li ser awayê bikar anîna teknolojiya ser bi ser ( Peer — too — Peer ) di alîkariyên mirovahî de, yek ji mezintirîn aloziyên li pêşiya me ku dihatin guft u gokirin mijara xwendin û hînbûnê bû , û derfetên li pêş penaberan ku pişt re xwe bigihînin zanîngehan , û ji vir em li pirojeya ayimaj haydar bûn û me dest pê kir.”

BL : “Tu dixwazî çi di civakê de biguherî?”

BW : “Ji alî min de ez dibînim ku lata bengehîn ji bo civakeke xurt û çalak û berhemdar ewe ku her kes bikaribe bigihêje xwendina payebilind û baş, ew kes kî dibe bila bibe.”

BL : “Ma tu çi sûdeyê ji karê xwe werdigre ?”

BW : “Ez bi şens im, ji ber karê min rê dide min ku ez bi kesên ku aniha penaberin re bixebitim, ev kesana kesnî afrendyar û mendehoşin. Her wiha ez bextiyarim ku hevbeşê EDTECH û hînbûna di riya Enternêtê de me. Bi rastî ew ji warên lezgîn û nû afrînin di karî bi gelek ramanên nû û balkêş re.”

BL : “Tu dikare aliyekî ji aliyên pêşeroja payebilind ya ku tu çavdêrê wê ye ji me re bi salixdan bidî ?”

BW : “Em dixwazin bighêjin pêşeroja ku me divê.”



Nivîskar : Ben Webster ; Hevpeyvîn : Béatrice Leroy ; Werger : Naline Malla.

Beşdarbûn : traitdunion@singa.fr ;https://www.facebook.com/groups/contributeurstraitdunionsinga
Bêtir bizanin : www.traitdunion-singa.strikingly.com ;www.medium.com/trait-dunion

One clap, two clap, three clap, forty?

By clapping more or less, you can signal to us which stories really stand out.